Hevserokên MSD’ê yên nû eşkere bûn

Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) kongreya xwe ya 4’an li bajarê Reqayê li darxist.
Di kongreyê de pêvajoyên 5 salayên yê ku meclis tê re derbas bûn hatin niqaşkirin.
Di kongreyê de, hevserokên nû hatin hilbijartin.
Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham bûn hevserokên nû yên MSD’ê.

Di kongreya ku 400 delege beşdar bûn de, Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz wek hevserokên MSD’ê li şûna Riyad Dirar û Emîne Omer hatin hilbijartin.

Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham bûn hevserokên nû yên MSD’ê

Leyla Qereh Man 1980’an li Efrînê jidayîk bûye.

Leyla di nava malbateke welatparêz û siyasî mezin bûye.

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereh Man kî ye?

Bi destpêkirina şoreşa li Sûriyê çalakiyên xwe yên siyasî û bi taybet bi tevgerên jinan ên siyasî re zêde kir.

Navendek ji bo pêxistin û rêxistinkirina jinan li Helebê ava kir û gelek jinên rêvebir ji navendê derketin.

Çalakiyên wê yên siyasî veguhezîn Lubnanê û li wir wekî nûnera Têkiliyên Diblomasî ji Yekîtiya Star re kar kir.

Her wiha têkiliyên xurt bi jinên li Bakur Afrikayê re ava kir.

Di kongreya sala 2018’an tev li Meclisa Sûriya Demokratîk bû û wekî endama meclisa serokatî û cîgira hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk kar kir.

Leyla Qereman di sala 2020 tev li Meclisa Sûriya Pêşeroj bû û bû cîgira hevserokatiya Melisa Sûriya Pêşerojê.

Hevseroka MSD’ê Mehmûd Deham kî ye?

Mehmûd Deham Ebdullezîz El Mislit 1974’an li Hesekê jidayîk bû.

Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî diploma bi dest xistiye.

Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin ên Amerîkayê de mamoste ye.

Sala 2014`an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlêbûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hate girtin.

Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye.

Di partiyê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Amerîka û Kanadayê bû.

Her wiha yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.

Back to top button