MSD’ê di konreya xwe ya 4. De li ser reşnivîsa belgeya siyasî erê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di kongreya xwe ya 4. de, reşnivîsa belgeya ji 17 xalan pêk tê erê kir.

Li gorî endmên MSD′ê yên beşdarî bûne, wan bendên reşnivîsa belgeya siyasî ya MSD′ê nîqaş kirine û piştî pêşniyaran hin guhartin li ser reşnivîsê çêbûn.

Beşdaran bi giştî li ser pêşniyaran û reşnivsa belgeya siyasî erê kir.

Di belgeya ji 17 bendan pêk tê de, mijarên sereke rewş û rêbaza mafê bingehîn hatiye nirxandin.

Li gorî vê;

  • Çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê û beşdariya tevahî hêz û pêkhateyên wê, çareseriya herî guncaw a Sûriyeyeke paşerojê li gorî bingehên demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bike.
  • Îsrara li ser Sûriyeyek nenavendî nayê wateya betalkirina navendîbûnê bi temamî.
  • Ji wê zêdetir dê navend rola xwe ya kontrolê ber bi rêbaza navgînê û yekkirina tevahî herêman bilîze.
  • Di heman demê de, rêvebirina erkên bingehîn ên taybet bigire dest ku karekterek stratejîk a giştî hildigirin.
  • Diyaloga Sûrî-Sûrî jî yek ji hêmanên din yên bingehîn ku cihê xwe di reşnivîsa belgeyê de girtî bû.
  • MSD ya 12’ê Tebaxa 2015’an li bajarê Dêrikê hatî damezirandin teqezî li ser çend prensîbên kir.

Ev jî;

  • Gelê li komara Sûriyeyê xwedî yekitiyeke siyasî, gişt û hevgirtî ye.
  • Stûna wê jî hemwelatîbûna azad û zana ya wekhev di maf û erkan ya bêyî cudahiya nava xelkê wê de ye.
Back to top button