Heleb-Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê beşên tenduristî ji xizmetê derketin

Saziyên tenduristî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyek hevbeş ragihandin ku ji ber dorpêçê navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin û got: “Armanca dorpêçkirina hikûmeta Şamê li ser her du taxan Helebê û Şehbayê şikandina îrade û aramiya welatiyan ne”

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Zêdetirî du mehan, êş û azarên xelkê zêde bûne ji ber ku hikumeta Şamê nahêle derman, pêdiviyên bijîşkiyê, madeyên bingehîn û mazot derbasî herêmê bibin.

Di encama qutbûna madeyên sotemeniyê û dermanan de, qomîteyên tenduristiyê li kampa Şehbayê nekarîbû jiyana keçeke ji mirinê xelas bike.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê tê ferzkirin, bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re ên li ser herêmê pêk tê û aramanc ew e ku îradeya welatiyan bişkîne.

Daxuyaniyê bêdengiya hêzên navnteweyî ji dorpêçkirina hikûmeta Şamê ku weke çekekî li hemberî welatiyan bikar tîne şermezar kir û got:

“Divê hemû rêxistinên mirovî û navnetwî bi erka xwe rabin û dawî li dorpêçe bînin.”

“Gel bi berxwedanê li dijî dorpêçê jiyanê didomîne”

Back to top button