Li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê, bombeyek ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, dema ku karwanên leşkerî yên Iraqê derbas dibin, ev bombe teqiya û di encama vê yekê de, 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.
Duh jî, di encama hinek êrîşên cuda de, 5 welatî û hejmarek leşkerên Iraqî hatin kuştin.
Di hefteyên dawî de, ango li gel belavbûna vîrûsa Coronayê, êrîş û tevgera çeteyên DAIŞ li Iraqê zêde bûne.