Artêşa DYA’yê gelek cihên li başûrê Îranê bombebaran kirin.
Îranê jî diyar kir ku li beramberî êrişan navendên leşkerî yên DYAyê yên li herêmê kirine hedef.
Serokê (DYA) Donald Trump jî li dijî Îranê gelek caran gefên êrişê dixwe.
22 welatan ku Amerîka û welatên Ewropayê jî di nav de ne, di daxuyaniyeke hevbeş de hişyariyeke tund da Îranê.
Aloziya navbera Amerîka û Îranê derbasî qonaxeke nû bû.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Îranê li dijî gelek armancan dest bi êrişan kiriye.
Hat diyarkirin ku li başûrê Îranê li gelek deveran dengê teqînan hatiye bihîstin.
Li başûrê îranê teqîn rû da
Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, li rojavayê wî welatî pergalên parastina asmanî ketine dewrê.
Hat ragihandin ku li deverên Mînab, Bender Ebas, Kîş, Sîrîk, Qeşim û Hengamê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Her wiha li bajarê Bender Ebasê jî li pey hev dengê teqînan hatiye bihîstin.
Ji Pentagonê peyama êrişê
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî beriya êrişan daxuyaniyek dabû.
Hegseth destnîşan kiribû ku ew dê navendên girîng ên li Îranê bikin armanc.
Îranê bi dron û mûşekan êrişî baregehên Amerîkayê kir
Weke bersiv Supaya Pasdaran eşkere kir ku wan bi 12 mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Ezreqê kiriye.
Her wekî got, ku wan li Tengava Hurmizê 2 keştî kirine armanc û li wan xistiye.
22 welatan hişyarî da Îranê
22 welatan ku Amerîka û welatên Ewropayê jî di nav de ne, di daxuyaniyeke hevbeş de hişyariyeke tund da Îranê.
Wan ji Tehranê xwest ku êrişên li dijî xelkê yên li ser axa wan rawestîne.
Her wiha wan welatan bikaranîna komên tawanbar ji aliyê Tehranê ve bi tundî şermezar kir.



