Tifaqa Kurdistanê: Divê em fermana Ehmedê Xanî ya yekîtiya netewî pêk bînin

Bertek û nerazîbûnên li dijî aloziya Zînî Wertê didomin. Tifaqa Kurdistanê jî, têkildarî êrîş û polîtîkayên li dijî nirxên gelê Kurd daxuyanî da û xwest hemû partî, rêxistin, rewşenbir, nûner û rêveberên Kurd li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin, ji ber ev bixwe wê rê li ber şerê navxweyî bigire.

Tifaqa Kurdistanê ya ku ji yekîtiya hemû partiyên Bakurê Kurdistanê pêk tê, têkildarî êrîşên li dijî nirx û destkeftiyên Kurdan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de, ji hemû beşên civaka Kurd re hate gotin:

“Divê em nakokiyên xwe biçûk bikin, hevpariyên xwe zêde bikin, fermana Ehmedê Xanî, Qazî Mihemed û Seydayê Cîgerxwînan a yekîtiya netewyî pêk bînin.”

 Tifaqa Kurdistanê: Dijminên Kurdan hewl didin tifaqa Başûr û Rojavayê welêt xira bikin

Tifaqa Kurdistanê ne-rehetiya xwe ji aloziya Zînê Wertê anî ziman ku “dijmin, cudahiyên wan bi lêkirina benzînê gur dike, ji lew re, weke Kurd divê nekevin vê lîstikê”.

Tifaqa Kurdistanê got:

“Dijminên Kurdan bi fitne û fesadiyê hewl didin hevkarî û piştevaniya navbera Hikumeta Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî, xira bikin.

Li ser vê jî, Tifaqê hişyar kir ku “niha xeteriyek mezin li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye û divê hêzên Kurdî vê rastiyê bibînin, firsendê nedin dagirkeran û berovajî vê, divê nêzîkbûn û hevkariya Rêveberiyên Başûr û Rojavayê welêt hîn bi pêş bixin”.

Tifaqa Kurdistanê: Tifaqa Neteweyî wê rê li ber şerê navxweyî bigire

Tifaqê her wiha xwest “nûnerên Kurdan, li deskeftiyên gelê xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û hêza xwe ji bo Tifaqa Neteweyî mezin bikin.. ku ev yek bixwe, wê rê li ber şerekî navxweyî bigire.

Back to top button