Girtiyekî din ê nexweş Turgay Deniz jiyana xwe ji dest da

Rewşa girtiyên nexweş yên li zîndanên dewleta Tirk de her diçe giran dibe. Girtiyekî din ê nexweş bi navê Tûrgay Deniz jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Turgay Denîz yê 39 salî ku rewşa wî giran bû, li Girtîgeha Metrîsê dihat ragirtin.

Ji ber rewşa Deniz a giran radikin nexweşxanê, tê emeliyatkirin û rewşa wî xerab dibe.

Rêveberiya girtîgehê ji malbatê re dibêje biryara berdana Deniz hatiye û li nexweşxanê tedawiya wî didome.

Birayê Denîz, Bawer Denîz diyar kir ku girtîgehê agahiya ku birayê wî rakirine nexweşxaneyê nedaye wan û got:

“Piştî ku şansê wî yê jiyanê nemabû girtîgeh li me geriya. Enfeksiyon li her cihê laşê wî belav bûbû. Birayê min bi zanebûn kuştin.”

Beriya demekê Tûrgah Deniz ji malbata xwe re dibêje, “Bi zanebûn min dişînin mirinê”.

Turgay Denîz di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku ji 38 kesan pêk tê û divê bi lez bihata berdan cih digirt.

Back to top button