HPG’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Azê Erdal eşkere kir. HPG got: “Hevrêya me Azê di êrîşên nemerdane yên dijmin de şehîd bû.
Bi sekna xwe ya jina azad, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya Azê Erdal eşkere kir.

HPG’ê got: “Hevrêya me Azê Erdal li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û di Tebaxa 2022’yan de şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de wiha bahsa têkoşîna şehîd Azê hat kirin:

“Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xitimî ye.

Di vê çarçoveyê de 25’ê Mijdara 2022’yan êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî hate kirin.

Li dijî van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, hevrêya me ya li qadê bi fedayiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xist.

Hevrêya me Azê Erdal jî di vê berxwedana dîrokî de cihê xwe girt.

Di çeperê xwe yê berxwedanê de heta dawiyê nûneriya mîrateya berxwedana dîrokî ya jina Kurd a azad kir.

Bi berxwedana xwe kir ku derbeyên giran li dijmin bikevin.

Hevrêya me Azê di tevahiya jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta jina bû gerîlayeke YJA Starê ku bû mînak.

HPG’ê di dawî de sersaxî ji gelê kurd re xwest û got:

“Di serî de malbata wê ya hêja ku mîlîtaneke fedayî ya Apoyî ya mîna hevrêya me Azê mezin û hemû gelê Kurdistanê yê welaparêz re sersaxiyê dixwazin.

Em soz didin ku em ê xeta berxwedanê ya ku hevrêya me Azê dewrî me kiriye, di şexsê wê de hewl bidin ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe û vê xetê heta serketinê bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Azê Erdal, bi vî rengî ye:

Nasnav: Azê Erdal
Nav û Paşnav: Kurdistan Sîdar
Cihê Jidayikbûnê: Etrûş
Navê Dayik: Qumrî
Navê Bav: Mehmet Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebaxa 2022’yan / Metîna

Back to top button