Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo dewame.
Çalakî Îro jî bi berxwedaniyeke mezin di roja 69’an de ye.
Bi heman awayî çalakgerên Nobetên Edaletê jî îro çalakiya xwe domandin û gotin: “Êdî dem dema ku em Birêz Ocalan di nava xwe de bibînine.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê di roja 69’an de bi berxwedaniyeke mezin dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ku di 27’ê Mijdarê destpêkir wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Bi heman awayî çalakiyên Nobeta Edaletê jî dewam dikin.

Çalakgeran Îro carke din bang li dewleta Tirk kirin ku bi erkên xwe rabin û daxwazên girtiyan bicîh bînin.

“Êdî dem ew deme ku em birêz Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînine”

Bi heman awayî Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî dewam kir.

Çalakvana li Amen, Êlih, Mêrdîn, Wan, Edene Mêrsîn û Stenbolê careke din banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Beşdarvanan diyar kirin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û gotin:

Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe.

Divê mafê jiyanê û rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş neyê binpêkirin.

Em dibêjin dem ew deme ku em birêz Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.”

Her wiha di çalakiyan de berxwedana zindanan hate silav kirin.

Çalakvana diyarkirin ku daxwazên zinadana daxwazên wanin û gotin:

“Heta daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk neyên têkoşîn wê bidome.”

Li girtîgehan gefên kuştinê û agahiyên sirgûnkirinê tên

Back to top button