Li Şêx Meqsûdê panelek derbarê tecrîdê hate lidarxistin

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo çalakî li herêmê têne lidarxistin.
Bi vê armancê Ofîsa Jin li taxa Şêxmeqsûdê panelek lidarxist û komploya navnetewî nirxandin.

Ofîsa Jin a Saziyên Civka Sivîl derbarê tecrîdê, li taxa Şêx-Meqsûd a Helebê panelek li dar xist.

Di panlê de gelek jin û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn.

Panl li ser du beşan hate destpêkirin.

Beşê yekê bal kişand ser komploya li dijî Rêber Apo û dewletên ku tê de cih girtin û hate gotin;

“Dewletên hegemon û desthilatdar xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo vîna tevahî civakên azadîxwaz tune bikin, lê biser neketin.”

Beşê duyem jî, ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ayşa Hiso ve hate şîrovekirin.

Ayşa Hiso diyar kir ku rewşa jinê li her devera Cîhanê piştî balvbûna felsefeya Rêbertî guherî û ev tişt anî ziman:

“Piştî ku fikir û felsefya Rêber Apo belav bû jin di her warî de û li ser bingehê Jin, Jiyan, Azadî xwebirêxistin kir û lipêş xist.

Divê em jî wekî jin li gorî vê yekê bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwedî li fikra wî derkevin.

Back to top button