Rêjeya beşdariya dengdanê li hemû parêzgehên Iraqê eşkere bû

Li Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgeha bi dawî bû.
Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê, di asta giştî de rêjeya beşdariyê ji sedî 41 bû.
Rêjeya beşdariya herî zêde li parêzgehên Iraqê di hilbijartinan de, parêzgeha Kerkûkê ye ku bi rêjeya %65 bû. YNK di vê hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist.

Duh li parêzgehên Iraqê proseya dengdanê ya hilbijartinên giştî yên encûmenên parêzgehan hatin lidarxistin.

Komîsyona Bilind Ya Hilbijartinan ya Iraqê ragihand, rêjeya tevlîbûna welatiyan a di hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê de bi giştî ji sedî 41 bû.

Komîsyonê eşkere zêdetirî 16 milyon kes mafên wan ên dengdanê hebû, ji vê hejmarê 6 milyon 599 hezar 668 kesan deng dan.

Li gorî daneyên dawî yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê,

Rêjeya beşdariya herî zêde li parêzgehên Iraqê di hilbijartinan de, parêzgeha Kerkûkê ye ku bi rêjeya %65 bû.

Rêjeya herî kêm jî li Bexda Resafe ji sedî 19 bû.

Kerkûk yekem bû

Hejmar û rêjeya dengdana taybet û giştî ya li parêzgehan wiha ne:

Ninowa ji sedî 52, Diyale ji sedî 40, Selahedîn ji sedî 57, Enbar ji sedî 56, Wast ji sedî 36, Dîwaniye ji sedî 37, Zîqar ji sedî 30, Besra ji sedî 32, Kerbela ji sedî 39, Necef ji sedî 31, Musena ji sedî 44, Mîsan ji sedî 27, Babil ji sedî 39, Bexda Resafe ji sedî 19 û Bexda Kerx ji sedî 29’e.

Li vir 300 kes ji ber binpêkirina proseya hilbijartinê hatine binçavkirin.

YNKê jî ji ber nexwendina pencemoran li hinek navendên dengdanê gilî kiriye.

YNK: Li gorî encaman wê erkê parêzgerê Kerkûkê bo Kurdan be

Berpirsê Hilbijartinan yê YNK’ê yê Kerkûkê Şêrzad Semed ragihand :

“Li gorî encaman wezîfeya parêzgarê Kerkûkê ya Kurdane.”

Plana PDK û Tirkiyê ya li Kerkûkê têk çû

Rastî jî kurdên kerkûkê bi yekbûna xwe li hember plana PDK û Tirkiyê bersiveke xurt dan. Tevgera Azadî li Kerkûkê piştgirî da namzetê YNK’ê.

Kurdên kerkûkê bi rakirina alên pkk, wêneyên Rêber APO, alên YNK serkeftina xwe pîrozkirin.

Encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê dê îro di saet 17:00’an de bên eşkerekirin.

Back to top button