Şêniyên Gundê Um El-Kêf: Em dixwazin êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin

Şêniyên Gundê Um El-Kêfê yên ku rojan e rastî topbarana artêşa dewleta tirk tên, derbarê êrîşan de dibêjin: “Em dixwazin êrîşkar û dagirker ji axa me derkevin û em vegerin ser axa xwe û wekî berê bijîn.”

Artêşa dewleta tirk û komên girêdayî wê di 25’ê Nîsanê de bi giranî gundê Um El-Kêf û derdora navçeya Til Temirê, topbaran kirin.

Şêniyan têkildarî topbarana gundê Um El-Kêf nerînên xwe anîn ziman.

Ziheya Ewad ku ji gundê Um El -Kêf e diyar kir ku di saetên derengîya şevê de gundê wan hat topbaran kirin û got:

Dewleta Tirk a dagirker derdora gund dan ber toban, ji bo ku em xwe biparêzin me xwe spart qiraxa çemê Xabûrê.

Hêviya me di vê meha Remezanê de ewe ku em vegerin gundê xwe û jiyanê xweş û geş bikin.

Back to top button