Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin di roja 89’an de ye.
Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêma Egeyê aşkere kirin.
Kordînasyonê da zanîn ku li girtîgehan kontrolên bijîşkan nayên kirin û girtî bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin.

Ji 27’ê Mijdara 2023 ve, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê di roja 89’an de bi biryardariyeke mezin didome.

Li dijî vê yekê dewleta Tirk a faşîst hewil dide ku bi zextên li ser girtiyan bi wan gav paş de bide avêtin.

Lewma rojane gelek bêhiquqiyan li dijî girtiyan pêk tîn e.

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku ji gelek komeleyan pêk tê, rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêma Egeyê aşkere kirin.

Di civîna çapemeniyê de gelek parêzer jî amade bûn.

Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Şukran Ozturk ve hate xwend.

Şukran Ozturk, diyar kir ku divê şertên înfazê yên ku li Tirkiyê her diçe giran dibin bên sererastkirin û got:

“Ji destpêka grevên birçîbûnê ve rêveberiyên girtîgehan bi zanebûna mafên tibî yên girtiyan hene, tev negeriyane.

Tê gotin heke pêşî li vê neyê girtin wê di dema pêş de ji bo tenduristiya girtiyan encamên mayinde û girantir çêbibin.”

Ozturk diyar kir ku li gelek girtîgehan di bin çavderiya bijîşkan de greva birçîbûnê nayê şopandin û ev tişt anî ziman:

“Qismekî bijîşkan li gorî exlaqa pîşeyê nêzîk nabin.”

“BERÎ KU JIYANA GIRTIYAN BIKEVIN XETERIYÊ DIVÊ DAXWAZÊN WAN WERIN BICÎH ANÎN”

Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê dawiyê bang li Wezareta Dadê kir û got:

“Bêy ku girtî bikevin xetereya jiyanî, divê Wezareta Dadê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin rake.”

Çalakiya Greva birçîbûnê di roja 89’an de ye

Back to top button