Ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo daxuyanî hatin dayîn

Bi erdheja ku li navçeya Gemlîk ya Bûrsayê rû daye re fikarên gelê Kurd yên li ser rewşa Rêber Apo zêde bûne.
Lewma bangawaziyên ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo tên kirin.

Însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Suriyê têkîldarî erdheja ku li Gemlîkê û agahî negirtina ji Rêber Apo daxuyaniyek da.

Îsnsiyatîfê diyar kir ku piştî vê erdhejê fikarê wan ya li ser rewşa Rêber Apo zêde bûye û got:

“Di nava 2 heftiyan de li navçeya Gemlîkê 2 erdhej rû dan, greva Îmraliyê jî dikeve xeta erdhejê de.

Lewma vê yekê fikarên me yên li ser rewşa Rêber Apo zêde kiriye.

Ji ber wê divê demildest bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin û rewşa wê were zelalkirin.”

Însiyatîfê di dewamiyê de bang li qada navnetewî û rêxistina mafê mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku rê bide parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtin bikin.

Her wiha di heman çarçoveyê de jî gelê Mexmûrê di danê êvarê de li qadan bûn.

Şêniyê Mexmûrê meşke lidarxistin û pişt re jî bi daxuyaniyekî banga zelalkirina rewşa Rêber Apo kirin.

Back to top button