Li navçeya Holê çandina sebzeyên havînî dest pê kir

Çotkarên li navçeya Holê ya kantona Cizîrê di van rojan de amadekariyên mewsima havînê dikin.
Yek ji wan Samî El Salih sebzeyên wek bacanasor, xiyar, bacanareş, kundir, îsot û zebeş diçîne.

Derbarê dema çandina sebzeyên havînê û amadekariyên wê de cotkarê bi navê Samî El Salih axivî û got:

“Çotkarên navçeyê, di zivistanê de di baxçeyên sergirtî diçînin da ku wê ji sermê biparêzin.

Bi havînê re ev sebze çêdibin û em wan dadixin sûkên herêmê.

Em ji qezenca firotina berhemên havînê xisarên xwe dabîn dikin ku di encama derfetên kêm û nebûna mazotê derdikevin.”

Her wiha El salih diyar kir ku Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê mazot kêm bûn, di encamê de gelek zirar li me bû.

Back to top button