Belçîka: Em amadekariya wergirtina zarok û dayîkên Belîçkî ji Kampa Holê dikin

Belçîka amadekariya vegerandina zarok û dayîkên Belçîkî yên li Sûriyê, kampa Holê jî di nav de, dike.

Serokwezîrê Belçîkayê Alîksander Dî Kro roja Pêncşemê ji parlamena Belçîkî re got “Bi rastî rewş li Kampa Holê kambax e û her diçe bi awayekî metirsîdar xirabtir dibe.”

Li ser vê yekê Dî Kro, ragihand, “Belçîka wê zarokên xwe yên di kampên penaberên Sûriyê de li gorî biryara sala 2019 vegerîne” û diyar kir “Ew ê hin dayîkan jî wê li gorî rewşa her yekê ji wan, vegerînin.”

Bûyerên li Kampa Holê rû didin, asta xerabî û nebaşbûna rewşa li wir raber dikin, herî dawî jî ji ber şewatekê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn.

Ji ber vê, her û her Rêveberiya Xweser bang li welatên van kesan dike ku wan vegerînin, lê belê ew bêdeng in.

Back to top button