Malbatên şehîdên Efrînê: Serdana Itîlafê ji bo bazirgniya bi xwîna gel e

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê pêşwazîkirina PDK’ê ji nûnerên “Itîlafa Niştimanî ya Sûrî” şermezar kir.

Bi dehan ji malbatên şehîdan ên herêma Efrînê li pêş navenda xwe ya li gundê Til Qirah ê Şehbayê kom bûn û derbarê serdana serçete El-Herîrî jio herêma Kurdistanê re daxuyaniyek dan.

Maclisê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku em îxaneta ji axa Efrînê re ji bîr nakin û wiha dewam kir;

Di demekê de ku AKP’ê û hevkarên xwe li ser asta hundirîn û derve, li Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî, binketina wê di Garê de û dorpêça siyasî ya ji tevahî dewletên herêmî û cîhanê de azarên krîzeke kûr dikişîne, ji wê zêdetir sûcan li dijî gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, dixwaze van krîzan bi rêya şandina Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî ji Başûrê Kurdistanê re
rewabûnekê bide sûcên xwe.
Dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî sivîlên li herêmên dagirkirî pêk tîne û bi wê re tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî binpêk dike

Back to top button