Kala herî mezin a cîhanê di temenê 118 salî de mir

Lucile Randon ya keşîşeke Fransî ya bi 118 saliya xwe weke kesa herî mezin ya li cîhanê dihat naskirin wefat kir.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya welat de hatine parvekirin, rêveberên mala hemşîreyan li Toulon a li başûrê Fransa ku Randon lê dimîne, got;

Rahib doh roja Sêşemê di nav nivînên xwe de mir.

Rayedaran anîn ziman ku ew ji ber mirina Xwişka Randon, ku bi navê “hemşîreya Doyenne Andre” jî tê zanîn, xemgîn bûne.

Lê ev demek bû wê her dixwest bimire.

Lucile Randon di Sibata 1904’an de ji dayik bû.

25’ê Nîsana 2022’an weke kesa herî temenê xwe mezin li cîhanê hatibû destnîşankirin.

Di destpêka sala 2021-an de ji vîrûsa Covid-19 xilas bû.

Back to top button