UNHCR ji rewşa koçberên rohingyayan bifikare

NY ragihand ku 2022’an bêtirî 348 Rohingiyayan dema xwestina koçber bibin di nava deryayê de mirin e.
Ev yek ji sala 2014’an ve weke sala herî bixwîn tê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji zêdebûna metirsîdar a hejmara penaberên Rohingya yên ku sala borî dema hewl didan ji Myanmar û Bangladeşê birevin li deryayê mirin an winda bûne de xemgîniya xwe anî ziman.

NY diyar kir ku ev yek rewşa heyî metirsîdar dike.

UNHCR: 2022’an bêtirî 348 rohingyayî dema koçberiyê de mirin e

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) rapora xwe ya 2022’an li ser mijarê eşkere kir.

Komîseriyê eşkere kir ku di nava 2022’an de, bêtirî 3 hezar û 500 Rohingyayî sefera metirsîdar a deryayê pêk anîne.

Ev jimar di sala 2021’an de, nêzî 700’î bû.

Berdevka UNHCR’ê Shabia Mantoo di konferanseke rojnamevanî ya li Cenevreyê de got:

“Sala borî herî kêm 348 kes dema ji Myanmar an Bangladeşê direviyan li nava deryayê mirine.

Ji sala 2014’an ve, ev sal bû yek ji salên herî bi xwîn.”

Mantoo diyar kir ku piraniya Rohingyayên ku par hewl dan bi rêya deryayê birevin ji Myanmar, Malezya, Endonezya û Bangladeşê ne.

Ji sedî 45’ê wan jin û zarok in.

Berdevka UNHCR got:

“Piraniya keştiyan ji Myanmar û Bangladeşê diçin, û tekezî li ser zêdebûna bêçaretiya Rohingya li van her du welatan dike.”

Mantoo diyar kir ku di nav wan de qurbaniyên bazirganiya mirovan, zarokên bêkes û mexdûrên zayendî hene.

Di sala 2017’an de, li Myanmarê êrîşeke leşkerî ya tund bû sedem ku bi sed hezaran Misilmanên Rohingya birevin Bengladeşê.

Dema ku reviyan, kuştinên hovane, destavêtin û şewitandinên ku li wan hatine kirin vegotin.

Back to top button