Li Brezîlya hewildana darbeyê!

Dozgerê Giştî li dijî koma yekmîn ya xwepêşandanên 8’ê Çileyê ku bi ser avahiyên welat de girtî vekir.
Dozgeriyê 39 kes bi ‘hewldana derbeyê’ sûcdar kir.

8’ê Çile li Brezîlya rojek metirsîdar bû.

Di demekî ku hikumeta nû ya welat serketina xwe hîna pîroz dikir de, alîgirên serokê berê Jair Bolsonaro bi ser avahiyên hikumetê de girtin.

Dozgerê Giştî doz li koma yekem a alîgirên Bolsonaro yên bi ser Kongre, Koşka Serokatî û Dadgeha Bilind de girtî vekir.

Li Brezîlya 39 kes bi hewildana darbeyê hatin sûcdarkirin

Dozger xwest ku 39 kesên bersûc di bin çavan de bên girtin.

Ji bo zerarên ku hatine kirin ku bi qasî 7,7 milyon dolare, dest li ser mal û milkên wan were danîn.

Derbarê 39 kesên ku hat diyarkirin beşdarî serdegirtina kongreyê bûne de dozên wekî girêdana bi rêxistina sûc a çekdar re, hewldana têkbirina pergala demokratîk, hewldana derbe û xisarkirina milkên giştî hatin vekirin.

Di bûyerên li paytextê de, nêzî 2 hezar kes hatin binçavkirin.

Xwepêşandêran di dema serdegirtina li avahiyên hikumetê de xwestin ku leşker dakevin bajêr û Bolsonaro vegerînin ser desthilatdariyê.

Di dozê de dozgeran diyar kirin ku bi zextan hin mafên destûrî nayên bikaranîn.

Di heman demê de destnîşan kirin ku armanca dawî “anîna rejîmeke alternatîf a hikûmetê ye”.

Kesên ku beşdarî serdegirtinê bûne bi tawanên terorê nayên tawanbar kirin.

Li Brezîlya ji bo êrişek weke sûcê terorî were hesibandin, divê dijminê biyaniyan an pêşdaraziya li ser nijad, etnîsîte an ol hebe.

Back to top button