Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hûn diyar kir ku tecrîda girankirî û polîtîkayên li dijî girtiyên nexweş têne meşandin sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn li ser tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF’ê re axivî.
Hûn destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê heye û got:
“Di peyman û qanûnên navneteweyî de ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehan gelek qanûn hene.
Mixabin di dema vê desthilatdariyê de li gel girtinên neheq û bêhiqûqî her wiha li dijî girtiyên nexweş polîtîkayeke îmhayê tê meşandin.
Hevalên me li gel nexweşiyên kujer jî ne bi rêk û pêk têne dermankirin, ne jî têne berdan.
Partiya me wê têkildarî girtîgehan plansaziyekê amade bike.
Ji bilî vê yekê di bin sîwana Meclîsê de jî wê pêşnûme qanûn, daxuyaniyên çapemeniyê û pêşnûme pirsên li ser mijarê hebin.”