Şêniyên Kobanê: Divê çeteyên DAIŞ’ê bi cezayê giran bêndarizandin

Bi rasthatina salvegera komkujiya kobanê malbatên şehîdên komkujiyê daxwaza birîna cezayên giran li çeteyên DAÎŞ’ê kirin.

Sibeha 25’ê Hezîrana 2015’an çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir û komkujî bi ser gelê wê de pêk anîn.

Dayikên şehîdan banga cezakirina çeteyên DAÎŞ’ê kirin.

“Divê çete bi destê dayîk û hevjînê şehîdan bên darizandin”

Şemse Mihemed dayika şehîd Osman ku di Komkujiya Kobanê de şehîd bûye
da diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê kurê wê qetil kirine.

Şemsa daxwaz kir ku çete bi destê dayik û hevjînên şehîdan werin darizandin .

Hevjîna şehîd Bekir Muslim, Cîhan Bozan jî destnîşan kir ku Kurd bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi hemleyeke qirkirinê ya sîstematîk re rû bi rû man û got:

Divê cîhan fedekariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî a li dijî DAIŞ’ê bîrneke, ji bo wê jî divê Rêveberiya Xweser nasbikin.”

Dayika şehîd Yilmaz, Sewliye Mistefa jî daxwaza birîna cezayên giran li çeteyan kir
û got: ” Wan bi xwîneke sar zarokên me kuştin, em ji bilî darvekirina wan tiştekî qebûl nakin.”

Hiqûqnas Ismet Ibrahîm: Biryara darizandinê xwesteka gelê herêmê ye

Back to top button