Endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsmet Îbrahîm têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ’ê û avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê axivî.
Îsmet Îbrahîm diyar kir ku xelkê herêmê rastî gelek kiriyar û komkujî bi destên van çeteyan hatin, ji ber vê yekê biriyara darizana çeteyên DAIŞ’ê xwestek û mafê vî gelî ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bikin.
Endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îsmet Îbrahîm têkildarî mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê nirxandin kir.
Hiqûqnas Îbrahîm diyar kir ku biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye û ji mafê her kesî ye ku tevlî dadgehê bibin .
Îbrahîm bibîr xist ku rêveberiya xweser neçar ma biryara darizandinê bistîne ji ber ku gelek bang li NY hatin kirin û guhê xwe ker dikirin.
Hiqûqnas Îsmet Îbrahîm: Wê malbatên şehîdan bibin dozdar
Îbrahîm da zanîn ku her çeteyek li gorî sûcê ku kiriye hem li gorî qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem jî li gorî qanûnên navneteweyî wê bê darizandin .
Hiqûqnas Îbrahîm di dawiyê de bang li dewletên ku hemwelatiyên wan li herêmê girtî ne kir ku erka xwe pêk bînin û werin hemwelatiyê xwe bibînin.



