Darizandina çeteyên DAIŞ’ê demeke nêz dest pê dike

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku dê darizandina çeteyên DAIŞ’ê di çend rojên pêş de dest pê bike û got:
Piştî paşguhkirina bangên Rêveberiya Xweser ên wergirtina welatiyên xwe ev biryar hat dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 10’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê dest bi darizandina DAIŞ’iyên biyanî yên li girtîgehên xwe, bike.

Li ser mijarê, îro Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Îbrahîm di bernameya îroj a telefizyona me de eşkere kir, ku ji ber paşguhkirina bangên rêveberiyê, wan biryara darizandinê da.

Ciwan Mele Îbrahîm: Her kes li ser vê biryarê hatiye agahdarkirin

Mele Îbrahîm diyar kir ku her kes bi vê biryarê hatiye agahdarkirin û reşnivîsa wê jî, dê ji saziyên navneteweyî re were şandin.

Ciwan Mele Îbrahîm: Şahîd û malbatên qurbaniyan dikarin tevlî darizandinê bibin

Hevserokê Daîreya Ragihandinê, ragihand ku rêya beşdarbûna dadgehkirinê li pêş qurbanî û malbatên wan vekirî ye, ji ber ew dibin şahidên sûcên DAIŞê.

Mele Îbrahîm da zanîn ku dê di çend rojên pêş de darizandin dest pê bike û meclisa edaleta Civakî niha xwe ji bo wê amade dike.

Back to top button