Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtî

6 Sale ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe Efrîn dagirkirine, sûc û hovîtiyê bê navber li dijî Kurdên ku mane didomînin.
Çeteyan vê carê jî welatiyê endezyar yê ji navçeya Bilbilê Şêxo Hac Ehmed revandin û êşkence lê kirin.
Ji bo berdana wî jî 200 hezar dolar ji malbata wî diwazin.

Li Efrîna dagirkirî ji sala 2018’an heta roja îro sûc û hovîtiya dagirkeran roj bi roj zêde dibe.

Li gel qirkirina xwezayê û guherîna demografê revandin, kuştin û êşkenceya ku dagirker li welatiyên Efrînê dikin jî hed û hesabê wê tune ye.

Dîmenê wehşeta dagirkeriya Tirkiyê

Vê carê jî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad ya dewleta Tirk welatiyekî din revandin û êşkence lê kirin.

Dîmenên êşkenceya ku çete li welatiyê bi navê Şêxo Hac Ehmed yê ji navçeya Bilbilê ye, dikin li ser medya dijîtal hate parvekirin.

Çete ji bo 200 hezar dolar bistînin êşkencê li Şêxo Hac Ehmed kirin

Dîmenên êşkeceyê ji aliyê çeteyên bi navê Îdris El Tirkmenî, Ebû Mehmûd El Esmar, Ebû Welîd El Azza û Nasir El Nahar ve hate kişandin.

Hat ragihandin çeteyê bi navê Îdris El Tirkmenî ji bo ku li Efrînê Kurdan neçarî koçberiyê bike, birevîne, gefan li wan bixwe û êşkence bike ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve hatiye erkdar kirin.

Ebû Mihemed El Esmar jî çeteyê DAIŞ’ê ye û niha beşdarî koma çete ya Sultan Mûrad buye.

Hat diyar kirin çeteyan dîmenê êşkenceya ku li Şêxo Hac Ehmed kirine ji malbata wî re şandine û ji bo wergirtina 200 hezar dolar gefan dixwin.

Ne tenê ev buyer, heta niha gelek caran rêxistinên mafên mirovan û saziyên têkildar dîmenên hovîtiyên bi vî rengî belgekirine.

Çeteyan heta niha bi sedan welatî revandine, êşkence li wan kirine û li miqabilî wê jî pere ji malbatên wan standine.

Heta niha jî bi dehan welatiyên hatine revanadin aqubeta wan ne diyar e.

Li Efrînê cezayê darvekirinê li 2 jinan hat birîn

Back to top button