Buroya Hiqûqê a Sedsalê rapor Îmraliyê a 2023 eşkere kir

Buroya Hiqûqê a Sedsalê ku parêzeriya Rêber Apo dike rapora Îmraliyê ya 2023’an eşkere kir.
Di raporê de bal tê kişandin li ser tecrîda giran ya li Îmraliyê û tê gotin ji bo hevdîtinê 169 caran serlêdan hatiye kirin, lê bê encam maye.
Her wiha tê gotin divê sala 2024’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Buroya Hiqûqê a Sedsalê ku parêzeriya Rêber Apo dike rapora Îmraliyê ya 2023’an eşkere kir.

Rapor li avahiya Stenbolê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi civîneke çapemeniyê ji aliyê parêzer Raziye Ozturk ve hate xwendin.

Di destpêka raporê de hate diyar kirin li Girtîgeha Girava Îmraliyê “tecrîda di nava tecrîdê de heye” û hate bibîrxistin ku 3 sale ji Rêber Apo û girtiyên li Îmraliyê agahî nayê girtin.

Sala 2023 ji bo çûyîna Îmraliyê 169 serlêdan hatin kirin

Di raporê de tê diyar kirin di da nava 2023’an de ji bo çûyîna Îmraliyê 169 caran serlêdan hatiye kirin û wiha tê gotin;

“Ji bo hevdîtinê malbat û parêzeran her hefte bi rêk û pêk serlêdan kirin. Lê bi ti awayî destûra hevdîtinan nehate dayîn.
Di nava salê de nameyên ku me ji muwekîlên xwe re şandin em nizanin bê dan wan an na. Dîsa nameyên ku muwekîlên me nivîsandin yek ji wan jî negihişt destên me. Dîsa qedexeyên hevdîtinên bi telefonê yên ji 25’ê Adara 2021’an vir de 2023’an jî dewam kir.”

Di raporê de tê gotin derbarê astenkirina hevdîtinan û tecrîdê de serlêdan li Yekîtiya Baroyên Tirkiyê û 4 caran jî li CPT hatiye kirin û nameyek ji Wezareta Edaletê re hatiye şandin.

Dîsa tê diyar kirin ku bîryar û tespîtên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ya derbarê binpêkirina mafên Rêber Apo de ji nedîtîve hatiye.

Her wiha serlêdan li Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê hatiye kirin û têkildarî binpêkirina mafan Planeke Çalakiyan a nû hatiye xwestin lê Komîteya Wezîran li dijî bîryara DMME yê tevgeriyaye û di tevahiya salê de daxwazên wan ji nedîtîve hatiye.

“2024 Divê bibe sala azadiya birêz Abdullah Ocalan”

Di dawiya raporê de ev tespît û pêşniyarên çareseriyê hatine kirin.

  • Tecrîda li Îmraliyê ji 2015’an ve vegeriyaye tecrîdeke girankirî. Muwekîlên me 9 salên dawiyê ye rastî êşkenceyên herî giran û kiryarên der mirovî tên.
  • 3 salin girtina muwekîlên me di rewşa bê agahî hiştinê de binpêkirina qedexeya êşkencê ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê ye.
  • Tecrîd û rewşa agahî negirtinê ya ku muwekîlên me tê de tên girtin, li dijî qanûnên Tirkiyê û yên navnetewî ne. Bi meşandina vê rewşa ku tu bingeha wê ya qanûnî nîne sûc tê kirin.
  • Tecrîda 25 salan ji 2015’an û vir de jî veguheriye tecrîda girankirî, ji sala 2022 û 2023’an û şûnde jî pêkanîn û polîtîkayên agahî nestandinê û der hiştina hiqûq û siyasetê nîşan dide ku rêya zext û polîtîkayên leşkerî hatiye hilbijartin.
  • Hemû şert û merc ferz dikin ku divê deriyên Îmraliyê bin vekirin û derfet bên dayîn ku Birêz Ocalan rola xwe ya pêkanîna aştî û çareseriya demokratîk bilîze.
  • Di vê sala 2024’an bibe sala azadiya Birêz Ocalan û sala çareseriya pirsgirêka Kurd.
Back to top button