Gerîla tv dîmenê operasyona li Kurojaro weşand

Gerîla TV dîmenê Oparasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş ya li Kurojaro weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Operasyonê ev agahî parve kiribûn:

23’ê Kanûna 2023’yan li Qada Kurojahro li hemberî dagirkerên li ser du giran hate destpêkirin.

Operasyona şoreşgerî ji sê baskan ve bi xweberdana nava dagirkeran destpê kir.

Baskê destpêkê kete nava dagirkerên li çeperan û bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li wan dan.

Baskê duyemîn ê operasyonê jî 3 çeper bi temamî îmha kir û kete nava çeperan.

Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û gelek çek hatin destserkirin.

Baskê sisiyan jî bi çekên nîv otomatîk li kamelya, kon û çeperên dagirkeran xist.

Di encamê de kamelya bi temamî îmha bû û 12 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse jî hate îmhakirin.

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş de bi giştî 18 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû.

Hêzên me yên gerîla ev operasyona şoreşgerî bêyî ku windahiyan bide bi serketî pêk anîn.

Back to top button