Li Reqayê rojane 250 ton pembo tê wergirtin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê rojane derdora 250 ton pembo werdigire. 

Ji 5’ê Îlonê ve cotkarên Reqayê dest bi radestkirina berhemên xwe kir.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê jî ji bo wergirtinê navend li bakurê bajêr diyar kiriye.

Şîrket rojane ji 35 cotkaran pembo werdigere.

Hevserokê şîrketê Ehmed El Elî derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Wergirtin baş e, em rojane 200 heta 250 ton pembo ji cotkaran werdigirin.

Rêveberiya navenda pembo Fethî El Hesen jî da zanîn ku wergirtin ji saet 7’an heta 17:00 ye.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser nirxê kirîna kîloya pembo bi 4 hezar û 300 lîre diyar kiribû.

Back to top button