Elî Hesen: Metirsiya kampa Holê bi dawî nebûye

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê, Elî Hesen dibêje metirsiya kampa Holê hîn bi dawî nebûye.

Elî Hesen behsa operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir û anî ziman ku ji giringtirîn encamê wê girtina 226 çeteyan bû.

El Hesen anî ziman ku armanca sereke ya operasyonê tunekirina metirsiya DAIŞ’ê di kampa Holê de bû û got:

”Lê tevî lidarketina her du qonaxên operasyonê jî hîna metirsiya kampa Holê bi dawî nebûye.”

Dawiyê Elî El Hesen diyar kir ku pirsgirêka kampa Hol navneteweyî ne xwecih e.

Ji bo wê jî pêwîste hemû welat hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î yên li kampa Holê werbigirin û piştgiriyê bidin hêzên me.

Back to top button