Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera komkujiya Kobanê ya 11’emîn û salvegera komkujiya Helincê ya 6’emîn meşeke girseyî li dar xist. Jinên ku tev li meşê bûn, destnîşan kir ku ew ê hêrsa xwe veguherînin hêza têkoşîn û berxwedanê.
Bi dirûşma “Bi qirkirinê gel nayê bêdengkirin” ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helincê şehîd Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî yên ku di encamê bombebaranan balafireke dewleta Tirk (23 Hezîran 2020) de şehîd bûne, bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, malbatên şehîdan, nûnerên ji saziyên sivîl, civakî û jin daketin qadê.
Meşê li ser rêya gundê Helincê dest pê kir. Meş li ber Muzexaneya Komkujiya Helincê sekinî. Li wir deqeyekê rêz hate girtin û hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Kobanê Sara Xelîl axivî, di şexsê her sê şehîdên Komkujiya Helincê û şehîdan Komkujiya Kobanê de şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Sara Xelîl got: “Ji beriya 6 salan heta niha, li vî cihî li dijî pêşengên jin Zehra û hevalên wê, xwediya male, komkujiyek pêk hat. Van jinan ji bo azadiya jinan û civakê pêşengî kir.”
Sarayê destnîşan kir ku hevrêyên wan ên di vê male de ku niha veguheriye muzexaneyekê, bi roleke pêşeng a ku bû yek ji rûpelên dîrokê, meşand û got: “Ji bo her şehîdekê çîrokeke têkoşînê heye, dewleta Tirk bi zîhniyeta xwe ya baviksalar û desthilatdar ji jinên têkoşer û bihêz ditirse.”
Sarayê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku tirsê derbasî dilê hemû şêniyan bike, malên wan hedef digirtin. Lê ew bi vê yekê ser neket. Dayika Emîne bû nimûneya jina bihêz, di kesayeta xwe de hezkirina welat, mezinkirina zarokên xwe li ser nirx û têkoşîna li hemberî zilmê pêşkêş kir.
Sara Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi têkoşîna jinên azad û rihê şehîdên xwe em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Çalakî bi sloganên daxwaza hesabxwestinê ji sûcdaran bi dawî bû.



