Droneke Îsraîlê li nêzî bajarokê Kefer Ruman ê başûrê Lubnanê êrişî erebeyekê kir, 2 kes hatin kuştin
Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku, droneke Îsraîlê li nêzî bajarokê Kefer Ruman ê başûrê Lubnanê erebeyek kir armanc .
Di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Di rex berdewama aloziya ewlehî li eniya başûr û ruxmî hewldanên navneteweyî yên tesbîtkirina agirbestê li herêmê, ev êriş pêk hat.



