Yûsif Erîme: Em amade ne bersiva hemû êrişan bidin

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê dibêje ew amade ne bersiva hemû êrişên li dijî herêmê bidin.

Yûsif Erîme ragihandin ku gundên rojhilatê Babê yên rizgarkirî, rojane ji aliyê dewleta Tirk ve tên topbarankirin.

Yûsif Erîme diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de her cure çekên giran û navîn bi kar tîne û got:

Êrişên Tirkiyê ziyanekê mezin dighîne mal û milkên welatiyan.

Tirkiyê diwaze bi rêya van êrişan aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û qada dagirkeriya xwe jî berfireh bike.

Dawiyê Yûsif Erîme piştrast kir ku ew amade ne bersiva hemû êrişên li dijî herêmê bidin.

Back to top button