Ibrahîm El Mihemed : Tirkiyê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe

Siyasetmedarên herêmê anîn ziman ku armaca dewleta Tirk ji hewldanên lihevkirina bi Şamê re têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Siyasetmedaran tekez kirin ku eger ev “lihevkirin” pêk were, yê winda bike dê gelê Sûriyê be.

Demeke Tirkiyê hewl dide bi hikûmeta Şamê re lihev bike û peymanan li ser hesabê gelê Sûrî çêkin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm El Mihemed derbarê vê yekê de axivî..

Îbrahîm El Mihemed dibêje:

“Armanca yekemîn ji vê nêzîkbûnê êdî eşkere ye..

Ew jî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ..

Armanca duyemîn jî ew e ku ji hikumeta înqazê xelas bibe û muxalefetê radestî hikumeta Şamê bike.”

Îbrahîm destnîşan kir ku çi nêzîkatiyek di navbera her du aliyan de çêbe, dê li ser hesabê pêkhateyên gelê Sûriyê be.

El Mihemed wiha domand :

“Rûsya xwe hevalbendekî stratejîk ê hikumeta Şamê nîşan dide ..

Û hebûna wê ya rewa li ser xaka Sûriyê bi xwesteka hikumeta Şamê bû..

Lê belê ew tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digere.”

Ehmed El Xelef : Dewleta Tirk dixwaze istqrara herêmê têk bibe

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef axivî..

Ehmed El Xelef da zanîn ku Dewleta Tirk bi van siyasetan hewl dide ji krîzê û dirêjbûna şer sûdê wergire û got:

“Projeya Rêveberiya Xweser û QSD sedema sereke ye ku dewleta Tirk helwestên xwe bi hikumeta Şamê re guhertin..

Da ku bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî şerê Rêveberiya Xweser bike û wê tengav bike.

Erdogan bi hemû hêza xwe hewl dide istîqrara herêmê têk bibe..”

El Xelef dawiyê ev yek got:

“Heke nêzîkbûn di navbera Enqere û Şamê de di dema pêş de çêbibe, dê hemû alî bixebitin ..

Da ku armanc û planên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.”

Back to top button