Dîwana Edaletê ya ” ye” Biryara xwe ya derxistina PKK’ê ji lista terorê eşkere kir

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê, rabûna li ber “lîsteya rêxistinên terorîst” a salên 2020-2021’ê ya PKK’ê red kir. Endamê Maf-Dad’ê Mahmut Şakar da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin dadgeheke bilindtir.

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê, li Luksemburgê biryara xwe ya li ser doza PKK’ê li dijî lîsteya rêxistinên terorîst a Komîsyona Ewrûpayê eşkere kir.

Mehkemeyê di biryara xwe de îdîa kir ku “Tevî ku îdîayên PKK’ê qismî rast û heq jî bin, ev rê li ber betalkirina dozê venake.”

Dadgehê îtiraza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê red kir

Têkildarî mijarê Endamê Maf-Dad’ê Mahmut Şakar ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re aixivî..

Mahmut Şakar da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin dadgeheke bilindtir û got:

“Ev pêvajoyên ji 2014’an heta roja me ya îro weke 3 dosya li ber Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bûn.

Biryar 30’ê Mijdarê û doh hatin eşkerekirin.

Endamê Maf-Dad’ê Mahmut Şakar: Em ê biryarê bibin dadgehên bilindtir

Lê Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê dadgeheke ji du qonaxan e û mafê me yê liberrabûnê heye.

Em ê 20’ê Kanûnê bicivin, biryarê binirxînin û binêrin ka em ê çawa li ber biryarê rabin.”

Şakar di dewamê de got: “Bi vî awayî Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê dibêje; Ev karê lîsteya saziya neteweyî ye, ya ku PKK kiriye lîsteyê.

Di nimûneya me de rêxistineke ser bi YE yanî Wezareta Karê Hundir a Ingilêistanê sala 2001’ê PKK xist lîsteyê.

Dadgeh vê biryara Ingilistanê ya ji bo bicihkirina di lîsteyê de bes dibîne”

Mehmet Şakar dibêje ku Dîwana Edaletê eşkere dike ku li vir ti berpirsiyariya Konseya Ewrûpayê nîne, û ne muxatebê vê mijarê ye.”

Back to top button