Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed bêdengiya li hember bikaraîna Kîmyawî wekî hevkariya bi vî sûcî re bi nav kir.
Telal Mihemed anî ziman ku bikaranîna Kîmyawî li gorî qanûn û belgeyên navneteweyî qedexe ne.
Telal Mihemed diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên NATO’yê tê wateya hevkariya bi sûcên dewleta Tirk re.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk ji PDK’ê re got: ”Bila PDK’ê baş zanibe ku dewleta Tirk dijminê tevahî gelê Kurd e”.
Telal Mihemed bang li hemû hêz û partiyên kurdî, di serî de PDK’ê de kir ku hemû giranî û hêza xwe bixe xizmeta gelê Kurd.