Li Burkîna Faso êriş, 41 kes hatin kuştin

Li navçeya You ya eyaleta Loroumê ya li bakurê Burkîna Fasoyê li dijî endamên Hêzên Alîkariya Artêşa Bûrkîna Fasoyê êrişek pêk hat. Di êrişa ku ji aliyê kesên nenas ve pêk hatî de, 41 kesî jiyana xwe ji dest dan. Serokomar Kabore jî 48 saet şîn ragihand.

Li Burkîna Faso careke din êrişên terorî hebû.

Li gorî daxuyaniyên ji aliyê rêveberiyta welat ve hatî dayîn, 41 endamên Hêzên Alîkariya Artêşa Bûrkîna Fasoyê (VDP) ji bo parastina karwanê bazirganan hatibûn erkdarkirin.

Lê ev karwan ji aliyê kesên nenas ve hatine armancgirtin.

Karwan ket kemîna van kesan û di encamê de 41 endamên VDP katine kuştin.

Serokomarê Burkîna Faso Roch Marc Christian Kabore 48 saetan şîn ragihand.

Di êrîşên terorî yên meha Mijdarê de li Bûrkîna Fasoyê 58 leşker hatibûn kuştin.

Ev yek ji di nava raya giştî de bû sedema rexneyên giran li hikûmetê bê kirin.

Piştî van êrîşan ji bo îstifakirina Serok Kabore çalakî hatin lidarxistin û hikûmet bi têkçûna têkoşîna li dijî terorê hat sûcdarkirin.

Kabore jî di 8’ê Kanûnê de ji ber zêdebûna bertekan Serokwezîr Joseph Marie Dabire ji erk girt.

Komên terorîst ên girêdayî El-Qaîde û DAIŞ’ê yên li Maliyê ji sala 2015’an ve gelek caran êrîşên xwe li bakur û rojhilatê Burkîna Faso pêk tînin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji serê salê ve 17 hezar û 500 kes ji ber hincetên ewlehiyê neçar mane ji welat koçber bibin.

Back to top button