Li Myanmara artêşa darbekar 35 kes şewitandin

Li Myanmara ku ji 1’ê Sibatê ve welat bi rêya artêşa darbekar tê rêvebirin, hovîtî di asta herî jor de ye. Zarok û jin jî di nav de, 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin.

Li gorî Myanmar Wîtnessê qetlîam di 24’ê Kanûnê de li ser rêya kantona Hprûso ya li eyaleta Kayahê pêk hat.

Mala Çavdêriyê got,

“Li kantona Hprûsoyê di 24’ê Kanûnê de leşkeran zarok û jin jî di nav de 35 kes şewitandine.”

Hêzên Parastina Gel a bi navê PDF’ê ya li dijî darbeya leşkerî jî diyar kir wan herî kêm 27 cenaze dîtine.

Yek ji berdevkê cûntaya leşkerî Zaw Mîn Tûn diyar kir ku roja Înê şer pêk hatiye û leşkeran hines kes kuştine.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths jî diyar kir ji ber vê êrişa li ser sivîlan ew gelekî şaş mane.

Grîffîths got;

“Ez vê bûyera giran şermezar dikim û bang li rayedaran dikim ku bila lêpirsîneke zelal û cîddî bidin destpêkirin.”

Rêxistina saziya civakî Save the Chîldrenê jî diyar kir du xebatkarên wan winda ne.

Ji serê meha Sibatê ve li Myanmarê kaos heye.

Li gorî Komeleya Alîkariya Ji Bo Girtiyên Siyasî yên Herêmî di nava 10 mehan de 1300 sivîl hatine kuştin.

Li hemberî darbeyê Hêzên Parastina Gel (PDF) hate avakirin.

PDF car caran derbên giran li artêşa Myanmarê dixîn.

Back to top button