Koalîsyona Erebî li dijî Hûsiyên li Sana êrişek hewayî pêk anîn

Li Yemena ku bêtirî 7 salane şer lê didome, li cihê çareseriyê şer gurtir dibe. Li Yemenê, hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ragihand ku ji bo rê nedin çedarên Hûsî yên ku Îran piştgirîya wan dike çekan veguhezînin, êrîşeke hewayî birin ser paytext Sanayê.

Li Yemenê di nava demên dawiyê de, şer careke din gur bûye.

Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, li dijî paytext Sana êrişên hewayî zêde kiriye.

Li gorî daxuyaniya koalîsyonê ya ku di ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî SPA yê de hatiye weşandin, tê gotin;

Ji Îlona 2014’an ve li Sanaya ku di bin kontrola Hûsiyan de ye ji nuqteyeke bo nuqteyeke din çek tên şandin.

Di encama êrişên pêk hatîn de, rê li çûn û hatina navborî hatiye girtin.

Ev yek jî bi rêya êrişeke hewayî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de bang li sivîlan hatiye kirin ku xwe nêzî navendên parastinê yên hewayî ku li paytext Sanaye nekin.

Her wiha hate gotin, êrîşên hewayî li gorî qanûn û pîvanên mirovî yên navneteweyî ne.

Der barê mijarê de, Hûsiyan ti daxuyanî neda.

Koalîsyona Erebî di van rojên dawî de êrîşên xwe yên asmanî li ser herêmên di bin kontrola Hûsî de li Sana’yê zêde kirine.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol kiriye.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 salin li welat dewam dike de, bêtirî 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Krîza mirovî ya ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye, gihîştiye asta metirsîdar.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li welat ji sedî 80’ê nifûsa wê ya ku giştî 30 milyone pêwistiya xwe ya bi alîkariyê heye.

Back to top button