Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê û gundê Seyada yê kantona Minbicê topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ku ji nûçegihanên me dane, artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê tobparan kir.
Piştî wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê herêma Cerablusê yê dagirkirî gundê Seyada yê dikeve bakurê bajarê Minbicê bi hawan û obîsan tobaran kir.
Nûçegihanên me ji kantonê dane zanîn ku ji ber topbaranê ziyan li mal û milkên welatiyan bû.