‘Meşa Azadiyê’ a ji bo azadiya Rêber Apo di roja 14. de ye

“Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li Fransayê hatibû destpêkirin, di roja 14’an de li Bondyê dewam kir.
Di meşê de çalakvanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Her wiha li Almanyayê jî li ser tecrîda girankirî civînên gel hatin lidarxistin.

Li Fransayê ‘Meşa Azadiyê’ ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ku di 22’ê Çileyê de dest pê kir, di roja 14’an de ye.

Çalakvanan îro jî li bajarê Bondy yê ku dikeve rojhilatê Parîsê dest bi meşê kirin.

Meşa çalakvanan heta Clichy Sous Bois (Kilişî Sus bas) dewam kir.

Di meşê de çalakvanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Di heman demê de der barê tecrîda li Îmraliyê de bi axaftin û broşuran gel hat agahdarkirin.

Piştî meşê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Şahîn Polat axivî û got:

“Heta ku Rêber Apo azad bibe û statuya Kurdistanê bê naskirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Polat her wiha bang li herkesî kir ku sibê beşdarî meşa li Drancy bibin kir.

Qanaxa Meşa Azadiyê ya sibe jî wê li Navenda Civaka Drancy dest pê bike.

Li Frankfûrt û Hagenê li ser tecrîdê civîna gel hat lidarxistin

Her wiha li bajarên Frankfûrt û Hagen ên Almanyayê jî li ser tecrîda girankirî, civînên gel hatin lidarxistin.

Di civînê de geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ên der barê tecrîdê de hatin nirxandin.

Her wiha banga tevlîbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin jî hate kirin.

Li Draguîgnanê bi hezaran kesî banga “rêwîtiya azadiyê” kirin

Back to top button