Dijî komploya 15’ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî pêk tên

Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakî pêk tên.
Şêniyên bajarên Kobanê, Hesekê û Tebqayê bi çalakiyên cuda dijî komplo û tecrîd rabûn.

Meha Sibatê ji bo gelê kurd û gelên azadîxwaz mehekî reş e.

Ji ber ku vê mehê Rêberê Aştiyê, rêberê gelan rêber Abullah Ocalan hat girtin.

Ji dema destpêkirina komplo û hat pêkanîna wê her nava xelkê tê şermezar kirin û bê rawestan gel di nava çalakiyan de ne.

Xelkên Kobanê, Hesekê û Tebqa dijî komploya 15’ê Sibatê çalakî pêk anîn

Bi vê armancê gel nava qadan e û li her cihî dijî komplo û tecrîdê radibe ser piyan.

Li navçeya Qinê ya Kobanê ji bo şeremzarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hat lidarxistin.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê-Şaxê navçeyê Hîlal Elî axivî û got:

“Rêber Apo di nav çar dîwaran de ye, lê raman û felsefeya wî azad in û belav dibe.

Ramanên Rêbertî ji dijminên hov re bûnye cihê tirsê.”

Rêveberiya Kongra Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir jî wiha got:

“Em ê têkoşînê xurt bikin ta dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.”

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê jî semîner da.

Semîner bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan hate dayîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Foza Yûsif bal kişand ser armancên dewletên ku di komployê de cih girtin û destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikrê azad ê şoreşgerî bû.

Beşdaran anîn ziman ku pêwîst e rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan bê şopandin û asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê bilindkirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê jî, bi nêzîkbûna salvegera 25’an ya komploya navneteweyî, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Hat diyarkirin ku destê îstixbarata cîhanê û herêmê di serî de ya Amerîka, dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê di komployê de hebû.

Her wiha kiryarên dermirovî û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî hatin şermezarkirin û berxwedana wî ya di nav dîwarên zîndana Îmraliyê de hat silavkirin.

Dawiya daxuyaniyê, bang li hemû azadîxwazan hat kirin ku tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Li Şêx Meqsûdê panelek derbarê tecrîdê hate lidarxistin

Back to top button