Li nava Efrîna dagirkirî, meha despêkê ya salê jî bi kuştin û revandinê derbas bû.
Di Çileyê de, 4 welatî hatin kuştin û bêtirî 50 jî hatin revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê bîlançoya meha derbasbûyê a binpêkirinên dewleta Tirk eşkere kir .
Li gor Rêxistina navborî:
“Di meha derbasbûyî de 4 kes hatin kuştin .
53 kes hatin revandin 15 ji wan jinin û 5 zarokin .
1600 dar hatin qutkirin .
2 mîtîngeh li Gundê El Selam û gundê Dînz Fenarî hatin çêkirin . ”
Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên li bajarê dagirkirî mane, didomin.
Li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk a dagir ker jin û keça wê revandin