KONGREYA-GEL: SERFIRAZIYA BAKUR SÛRIYÊ SERFIRAZIYA TÊKOŞÎNA JINA AZAD E

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û got:
“Bi coşa vê serfiraziyê em 8’ê Adarê pêşwazî dikin û şehîdên jin ên di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi bîr tînin.”

Dîwana Hevserokatiya Kongra-Gel derbarê 8’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî da û wiha gotin:

Em roja 8’ê Adarê ya hemû rêhevalên jin ên di bin banê KJK û PAJK’ê xwe birêxistin kirine pîroz dikin.

Bi saya Rêber Apo jinên Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn di asteke pêşneg de ne.

Bi bîr û nasnameya xweser a jinê xwe ji nû ve ava kiriye.

Ji ber vê jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Jinan e.

Têkoşîna Azadiyê ya Jinan îro li her dera cîhanê destanan dinivîse.

Kongreya gel diyar kir ku serfiraziya têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî DAIŞ’ê, serfiraziya têkoşîna jinên azad e.

Leave a Reply

Back to top button