Ciwanên Kobanê li dijî êrişan meşiyan

Ciwanên Kobanê li diî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê meşek li dar xist. Ciwanan bang li hemû ciwanên herêmê kir li dijî êrişan têkoşîna xwe bilind bikin.

Li ser banga Desteya Ciwan û Werzîşê a Herêma Firatê, bi sedan ciwanên Kobanî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê meşek li dar xist.

Ciwan li navenda Desteya Ciwanan kom bûn û ber bi Lîstgeha Sedaqa ya li navenda bajêr meşiyan.

Li wir li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê daxuyanyiek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk ji van êrîşan qirkirina gelê kurd e.

Di daxyaniyê de îşaret bi êrîşên li dijî gerîla jî hate kirin û hate gotin dagirkeriya Tirk tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî nekarîbû berxwedana gelê Kurd û gerîlayan bişkîne.

Di dawiya daxuyaniyê de de bang li hemû ciwanên herêmê hate kirin ku rêya şehîdan bişopînin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button