ALECSO “Diriye” weke paytexta çanda Erebî hilbijart

Rêxistina Erebî ya Perwerde, Çand û Zanistê “ALECSO” ji bo sala 2030’an “Diriye” wek paytexta çanda Erebî hilbijart. Ev yek li ser bingeha mîrateya wê ya dîrokî, navenda wê ya şaristanî û rola wê di zanist, çand û bazirganiyê pêk hat.

Di bin sîwana “”ALECSO” de, wezîrên çandê yên ereban “Diriye” weke paytexta çanda erebî ya sala 2030 pesend kir.

Di civîna ku li bajarê Dubey yê Îmartê hat lidarxistin de dîsa yek ji bajarên Siûdiyê hat hilbijartin.

Komleya Alesco bi karê hilbijartina paytextên çnadî re peywndîdar e.

Ew hemû agahiyan li ser bajar kom dike û ji bo kongirê salane yên wezîrên çandê yên ereban pêşniyar dike.

Berî Diriiyê jî, sala 2000 paytexta Siûdiyê Riyad, weke paytxeta Çandî ya ereban hatibû hilbijartin.

Back to top button