Ciwanên Kurd ên Ewropayê li bajarê Baselê ya Swîsreyê dest bi “Konferansa Jinûve Avabûnê” kirin.
Konferans ji bo ku rola ciwanan derxe holê û rê nîşanî xebata serdema nû bide, tê lidarxistin.
Li ser pêvajoya siyasî nirxandin hat kirin.
Di nirxandina pêvajoya siyasî de bal kişand ser girîngiya ciwanên Kurd ên ku hatine gel hev.
Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, sînevîzyona ku li ser xebatên ciwanên Kurd hat pêşandan.
Piştî sînevîzyonê nirxandinên Rêber Apo yên li ser ciwanan hatin xwendin.
Konferans di saetên êvarê de bi şahiyekê bi dawî bû.



