MSD’ê, Yekitiya Suryan û Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê jî êrişa li ser xiristiyanên bajarê Siqêlbiyê şermezar kirin û xwestin tavilê tedbîrên ewlehiyê werin girtin.
MSD: Parastina pirrengiya Sûriyê berpirsiyariyeke hevbeş e
Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku êrişa li ser xiristiyanan cihê nîgeraniyê ye û metirsiya belavbûna van kiryaran bi xwe re tîne.
MSD’ê piştrast kir ku Sûriyê bi pirrengî û dewlemendiya xwe ya dîrokî, civakî û olî tê nasîn.
“Ferzkirina îdeolojiyek yekane dijberiya xwezaya Sûriyê dike”
Ji ber vê yekê, her hewldanek ji bo ferzkirina tek-îdeolojiyek an jî dûrxistina her pêkhateyekê bingehîn, dijberiya xwezaya Sûriyê dike û gefeke rasterast li ser yekîtî, aramî û pêşeroja wê çêdike.
MSD’ê teqez kir ku divê rayedarên peywendîdar bi tevahî berpirsiyariyên xwe tev bigerin û ewlehiyê misoger bike.
Partiya yekitiya Suryan nerazîbûn nîşanî bûyerên li Siqêlbiyê da
Partiya Yekitiya Suryan jî da zanîn ku ev bûyer bi desteka hêzên ewlekariya hundirîn ên hikûmetê pêk hatiye.
Yekitiya Suryan destnîşan kir ku geşedanên bi vî rengî dê bajar bikişînin nava şerekî mezhebî ku dê bandorê li tevahiya Sûriyê bike.
Her wiha Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê destnîşan kirin ku ev êrîş binpêkirinek eşkere ya prensîbên qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Bi gotina wê dubarebûna êrîşên wiha li herêmên cûda, di nav de Siwêda, Hums, perava Sûriyê û taxên li Helebê, şêwazek tundiya rêxistinkirî ye.



