Îro dîsa mirina penaberan..Li peravên Yewnanistanê 22 penaber mirin û tê gotin Kurd jî di nav wan de hene.
Li gorî AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre penaberên rizgarbûyî û yekîneyên parastina peravên Yewnanistanê, 22 penaber piştî 6 rojan li ser qeyikeke plastîk man, li nêzî peravên Yewnanistanê di deryayê de xeniqîn.
Li gor hin dezgehên ragihandinê, di nava penaberên mirî de, çend ji wan Kurd in.
Ajansa Parastina Sînor û Peravên Ewropayê (Frontex) ragihand ku wan 26 kes li nêzî girava Grîtê rizgar kirin û ji bo dermankirinê birin cihekî ewle.



