Li nava balafirgeha Kerkûkê du caran baregehên hêzên Heşda Şeebî hatin bombebarankirin.
Di saetên êvarî de li nava balafirgeha Kerkûkê de du êrişên asîmanî hatin kirin.
Hat gotin ku di encama êrişê de kuştî û birîndar hene.
Piştî êrişê Heşda Şeebî daxuyaniyek parve kir û go:
Li Kerkûkê baregeha Fermandariya Operasyonên Dîcle ya Bakur û Rojhilat a hat bombebarankirin.
Hat diyarkirin ku di encama êrişê de 3 çekdarên Heşda Şeebî hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.



