Di êrişeke asîmanî ya Îsraîlê li dijî erebeyekê li başûrê Lubnanê de 3 rojnamevan hatin kuştin.
Nûçegihanê kanala El Menar a Hizbullah Elî Şueyib,
nûçegihana kanala El Meyadîn Fatme Fetonî û wênekêş Mihemed Fetonî hatin kuştin.
Serokkomarê Lubnanê Cozêf Ewn ev êrişa ku bû sedema kuştina rojnamevanan şermezar kir.
Serokwezîr Newaf Selam jî hedefgirtina rojnamevanan wekî “binpêkirineke aşkera ya qanûna mirovî bi nav kir.
Wezîrê ragihandinê yê Lubnanê jî dibêje ku welat dê giliyekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY bikin.



